Li Bernê çalakiya piştgiriya bi Gezî re

Li Bernê çalakiya piştgiriya bi Gezî re

Li paytexta Swîsre Bernê, çalakiya piştgiriya bi Geziyê re hat lidarxistin. Di çalakiyê de xwedî li berxwedana Gezî hat derketin û hat xwestin, ku daxwazên berxwedêran bên qebûlkirin.

Li paytexta Swîsre Bernê çalakiya piştgiriya bi Geziyê re pêk hat. Çalakî bi pêşengiya hêzên pêşverû, demokrat û çepgir ên Kurdistan û Tirkiyeyî pêk hat û Parlamenterê Partiya Keskan a Swîsreyê Balthasar Glattlî jî beşdar bû.

Glattlî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, ku polîtîkayên AKP'ê nayên qebûlkirin û silav li berxwedêran kir.

Dûre li ser navê Meclîsa Gel a Kurd belavok hat xwendin. Di belavokê de hat destnîşankirin ku divê berxwedana Gezî bi tenê li dijî polîtîkayên tekane û faşîzan ên AKP'ê sînorkirî nemînin û divê veguhere hêzeke xurt a rêxistinbûyî.

Di çalakiyê de li ser navê ÎGÎG, Elewiyên Kurdistan û Tirkiyeyî, Platforma Surgunên Ewrûpayê û tevgerên şoreşger, axaftin hatin kirin û tundiya hukûmeta AKP'ê hat şermezarkirin.