Li Berlînê resepsiyona Newrozê

Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Li paytexta Elmanya Berlînê duh bi şev resepsiyona Newrozê hat organîzekirin.

Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Li paytexta Elmanya Berlînê duh bi şev resepsiyona Newrozê hat organîzekirin.

Resepiyon bi pêşengiya NAV-DEM'ê hat lidarxistin û li die Werkstatt der Kulturen pêk hat. Nûnerên gelek komele, sazî, nivîskar, profesor û parlamenterên eyaletê yên ji SPD, Die Linke û Die Grune tevlî bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç ve hat kirin. Di resepsiyonê de her wiha endama KNK'ê Songul Karabûlût, Nûnera PYD'ê ya Ewropayê Sînem Mûhammed, ji Parlamenta Eyaleta Berlînê Reîner Mîchael Lehmann, ji Die Linke Chrîstîne Bochholz û ji Die Grune jî Bola Olabwo axivîn.

Parlamentera Die Linke Chrîstîne Bochholz got, "Piştî bomberdûmana li Belçîkayê Merkel got, 'Ev êrîş li hemberî nirxên Ewropayê hatiye kirin'. Dema Kurd ji aliYê DAIŞ'ê ve dihat qirkirin, gelo ev nirxên me li ku bûn? Dema bi Tirkiyeyê re li ser xwîna Kurdan peymanên penaberiyê dihatin kirin, ev nirxên Ewropayê li ku bûn?"

Bochholz destnîşan kir ku şerê herî mezin ê li hemberî DAIŞ'ê ji aliyê Kurdan ve tê dayîn û banga destekkirina Kurdan kir.

Parlamenterê SPD'ê Reîner Mîchael Lehmann jî peymana Ewropayê ya bi Tirkiyeyê re hatiye çêkirin rexne kir.

Ji Die Grune Bola Olabwo jî destnîşan kir, ku ew kêfxweş e ji ber ku di rojeke bi vî rengî ya girîng de li cem gelê Kurd e.

Nûnera PYD'ê ya Ewropayê Sînem Mûhammed jî bal kişand ser wateya Newrozê ji bo Kurdan û anî ziman, li Rojava li derveyî rejîma Esad a desthilatdarparêz û mûxalîfên dixwazin wî têk bibin û li şûna wî rejîmeke din a desthilatdarparêz ava bikin, wan rêyeke sêyemîn vekirine. Mûhammed diyar kir, ev rê projeya azadî û wekhevî ji hemû gel û jinên herêmê re ye.

...