Li Berlînê polîsan avêtin ser mala 4 Tirkan

Li Berlînê polîsan avêtin ser mala 4 Tirkan

Li paytexta Elmanya Berlînê, li hemberî 4 welatiyên Tirk ên hat tespîtkirin ku ji bo çeteyên DAIŞ'ê alîkariyê kom dikin, polîs derketin operasyonê. Di operasyonê de polîsan dest danîn ser gelek kelûmelên ji bo şandina ji çeteyên li Sûriyeyê hatibûn amadekirin.

Li dijî DAIŞ a piştî komkujiyên li Başûrê Kurdistan û Iraqê di Îlona bihurî de li Elmanyayê hat qedexekirin, operasyonek hat lidarxistin. Li semta Schoneberg a paytext Berlînê, polîsan avêtin ser mala 4 welatiyên Tirk ên têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ'ê re hatibû tespîtkirin.

Li mala her 4 Tirkên ji 28 heta 37 salî, kelûmelên ji bo ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şer dikin bê şandin hatin dîtin û polîsan dest danîn ser van. Polîs û dozgeriyê ragihandin ku ev kelûmel bi giranî cîhaz û dûrbînên bi şev dibînin e.

Der heqê 4 welatiyên Tirk de lêpirsîn hat vekirin û hat ragihandin ku serbest hatine berdan. Hat diyarkirin ku di lêpirsîna dozgeriyê de tê destnîşan kirin ku her 4 Tirkan li Elmanyayê ji bo DAIŞ'ê alîkarî kom kirine.

Di meha bihurî de hatibû ragihandin ku hejmara lêkolînên li hemberî bersûcên tevlî DAIŞ'ê bûne yan jî dest dane, li Elmanyayê 200 derbas kiriye. Wezîrê Edaletê Heiko Maas diyar kir ku lêpirsînên DAIŞ'ê di meha Îlonê de 140 bû, lê niha ev hejmar 200 derbas kiriye.