Li Berlinê parlementerên Partiya Çep piştgirî da greva birçîbûnê

Ji bo protestokirina talan û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li Berlinê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Komek parlementer hatin serdana greva birçîbûnê.

Parlementerên Partiya Çep piştgiriya daxwazên çalakgeran kirin û diyar kirin ku ew ê piştgiriya wan a ji bo Efrînê jî bidome.

Ji bo şermezarkirina bêdengiya Elmanya û welatên din a li hemberî dagirkeriya Efrînê, li Berlinê ya ku paytexta Elmanyayê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Greva birçîbûnê di roja 4’an de didome.

Konê çalakiyê li pêşiya avahiya Meclîsa Federal hatiye vekirin û nezî 50 çalakger li vê derê ne. Greva birçîbûnê bi pêşengiya NCDK a Berlinê, DEST-DAN, Meclîsa Jinan a Berlinê, PYD Berlinê hatibû destpêkirin û nûnerên saziyên Kurdan jî tevlî bûne.

Li kon alayên YPG/YPJ û wêneyên qetlîama dewleta Tirk hatin daliqandin. Îro jî heyetek hat serdanê ya ku parlementerên Partiya  Çep jî di nav wan de bûn. Endame Meclîsa Federal Diether Dehm, Hêlîn Evrim Sommer, Gökay Akbulut, Sabine Leidig û Endama Meclîsa Eyaleta Hamburgê Cansu Özdemir di heyetê de cih girtin.

PARLEMENTERÊN ÇALAKGER SPAS KIRIN

Parlementer Dierher Dehm diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê çalakiyeke bi cesaret e û got, “Çalakiyên bi vî rengî gelekî girîng in. Ji bo ku hûn piştgiriya berxwedana Efrînê dikin, ez we spas dikim.”

Piştre jî parlementer Sabine Leidig axivî û got, “Dema ez çûm serdana Rojava, min dît ku kesên wê derê xwerêveberiya xwe saz kirin. Salek borî ez li Amedê bûm, min dît ku Erdoğan çawa Amed hilweşandiye”

Piştre jî parlementer Hêlîn Evrim Sommer bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a li her çar parçeyan û got, “Çi ji destê me were, em ê ji bo gelê xwe bikin. Ew ê parlementerên Partiya Çep jî bi me re bin.”

ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ GIRÎNG E

Hevseroka Koma Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansu Özdemir jî bi silavkirina çalakiya li Brükselê dest bi axaftinê kir û got, “Ji bo ku gelê Efrînê karibe vegere ser axa xwe divê em têbikoşin. Em çiqas mirovan birêxistin bikin, evqasî wê baş be.

Çalakiya birçîbûnê ya ku didome, ew ê roja Înê bi meşeke girseyî bi dawî bibe.