Li Berlînê bo Rojava banga hestiyariyê
Li Berlînê bo Rojava banga hestiyariyê
Li Berlînê bo Rojava banga hestiyariyê
Li Berlîn a Almanyayê ji bo ku balê bikişînin ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê û Kurdan daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Kurdên li qada Brandengburg Tor hatin cem hev bang li hikûmeta Alman û Yekitiya Ewropayê kirin ku bi hestiyar tevbigerin.
Meclisa gel a Rojavayê Kurdistanê li ber Deriyê Brandenburg Tor hatin cem hev û balkişandin ser êrîşê çeteyan yên li ser Kurdên Rojava. Kurdên li Berlînê û dostên wan daxuyanî dan çapemeniyê û der barê geşedanên dawî yên Rojavayê Kurdistanê de agahî da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li Rojavayê Kurdistanê ev salek zêdeye, di serî de kurd, ereb, ermenî, asurî û komên baweriyên cuda bi hevre azad dijîn û ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn mînake. Komên çeteyan yên girêdayê Elnusra li Rojava êrîşên modelea jiyana demokratîk dikin û divê rayagiştî di vê mijarê de bi hestiyar tevbigerin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku divê hikûmeta Alman, Yekitiya Ewropayê, Netewên Yekbûyî û DYA ji bo êrîş bi dawî bin, têkevin nava hewldanan.
Di daxuyaniyê de alên PYD’ê hatin vekirin û her wiha gelek belavok hatin belavkirin. Her wiha di saetên êvarê de jî endamên Meclisa Gel a Kurdistanê ya Berlînê dê çalakiya nobetê bidin destpêkirin.