Li Berlînê 34 saziyên koçberan destek dan HDP'ê

Li Berlînê, nûnerên 34 saziyên ji gel û komên baweriyên cuda daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê.

Li Berlînê, nûnerên 34 saziyên ji gel û komên baweriyên cuda daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê. Nûnerên saziyan gotin, "Ji bo HDP bi ser bikeve, em ê hemû derfet û enerjiya xwe seferber bikin."

Beriya hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, desteka saziyên koçberan ên li Ewropayê ji bo HDP'ê zêde dibe.

34 SAZIYAN CIVÎNEK LIDAR XISTIN

Li paytexta Elmanya Berlînê, rêxistinên Kurd, Laz, Çerkes, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Rûm, Elewî, Misilman û Êzidî di nav de 34 sazî û organîzasyonên koçberan, civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin.

Di civîna li salona şano ya Tiyatrom a li semta Kreuzbergê de, tevî nûnerên saziyan, gelek rewşenbîr jî amade bûn.

AKP Û CHP HATIN REXNEKIRIN

Serokê Komeleya Omacali Hasan Ûzûn daxuyanî xwend û diyar kir ku AKP'ê di serî de pirsgirêkên Kurd û Elewiyan ti pirsgirêk çareser nekiriye, berevajî sîstemeke otorîter û totalîter parastiye.

Ûzûn got, "CHP û hemû partiyên din ên sîstemê xwedî bername û perspektîfa çareserkirina pirsgirêkan nîne. Tevî vê yekê zîhniyeta yekperest û statukoparêz dewam dikin. Pirsgirêkên Karkeran, Elewiyan, Kurdan û hemû komên bindest ên civakî dewam dikin. Hilbijartinên giştî ji bo avakirina jiyaneke nû û çareserkirina pirsgirêkan firsendekê pêşkêş dike. Em dixwazin vê alternatîfê xurtir bikin û divê tevkarî li vê hêzê were kirin.

'BERNAMEYA HDP'Ê PÊŞÎ LI DAXWAZ Û HESRETA ME VEDIKE'

Tirkiyeyeke laîk û demokratîk a hemû gel û bawerî dikarin bi awayekî azad bi hev re lê bijîn, hesreta herî mezin a me hemûyane. Lewma em weke Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkes, Ermenî, Rûm, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Misilman û nûnerên rêxistinên kedê di wê baweriyê de ne ku bi guehrîn û veguherîna di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê pêk were re, bernameya hilbijartinê ya HDP'ê wê pêşî li avabûna Tirkiyeyeke ji bo me hesrete, wê vebe."

Nûnerên saziyan gotin "Ji bo HDP bi ser bikeve, em ê hemû derfet û enerjiya xwe seferber bikin" û bang li alîgir û parêzvanên aştî, wekhevî, azadî, mafên jinan û hawirdorê kirin ku destekê bidin HDP'ê.

SAZIYÊN DESTEK DAN HDP'Ê:

"ADHK (Federaysona Gelên Demokratîk li Ewropayê), Civata Tiyatro ya Asnan, ATIF-Federasyona Karkerên Tirkiye Elmanay, AvEG-Kon (Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê) Av-kar-Komeleya Kareriyên li Ewropayê, Meclîsa Gel a Êzidiyên li Berlînê, Civata Suryaniyan a li Berlînê, Berlîn Tev-can, Ciwanên Azad, Însiyatîfa Azadiyê ya Dêrsimê, Dest Dan- Meclîsa Jinên Kurd, DÎDF-Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk-Berlîn, DSîP-Berlîn, Klûba FC Amed Spor, Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê-Berlîn, FÎDEF-Berlîn (Federasyona Komeleyên Karkeran li Elmanyaya Federal), Mizgefta Brahîm Xelîl û Mezopotamya, KNK-Berlîn, Kurdische Gemeinde, Kurdische Zentrum e.V, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Komeleya Piştevanî û Çandê ya Mûşê, Nav-Dem Berlîn Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komeleya Çandê ya Omcali, OSP-Partiya Azadî û Sosyalîzmê-Berlîn, SKM, SYKP-Berlîn, UNA Kurt, Komeleya Çandê ya Gimgimê, Yekmal, Ciwanên Kurd ên Azad Berlîn, YXK-Berlîn, Hakan Taş-MdA Die Linke, Civata Asûrî li Berlînê, Civata Elewiyan li Berlînê."