Li Berlîn û Mannheîmê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî

Çalakiyên têkildarî ewehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li paytexta Elmanya Berlîn û bajarê Mannheîmê çalakî hatin lidarxistin.

BERLÎN

Di çarçoveya aktivîteyên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin; li Berlînê li Alexanderplatzê belavok hatin belavkirin. Di aktivîteya ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a NCKD a Berlînê ve hate organîzekirin de; ji bo tevlîbûna meşa 4’ê Mijarê banga tevlîbûna xurt ji Berlînê kir.

Di belavokên hatin belavkirin de, hate destnînakirin ku divê dawî li tecrîda li dijî Ocalan bînin û ji bo bi lezgîn malbat û parêzer bi Ocalan re hevditinê bikin, divê DPT, AB, PE û saziyên mirovî bikevin dewreyê.

MANNHAMÎM

Li bajarê Elmanya Mannhaîmê têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan konê agahdarkirinê hate vedan. Di konê li pêşiya HBP’ê hate vedan de belavok hatin belavkirin. Di çalakiya kon a têde pankarteke bi zimanê Elmanî hete vekirin de, belavok hatin belavkirin.