Li Berlîn, Hambûrg û Den Haagê çalakiyên yekîtiya neteweyî

Li bajarê Berlîn û Hambûrgê yên Elmanyayê û bajarê Den Haagê yê Hollandayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û daxwaza yekîtiya neteweyî kirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanî tevî dostên xwe ji bo yekîtiya neteweyî meşiyan.

Meşê ji Hermanplatzê dest pê kir û destpêkê Hevserokê Meclîsa Navenda Civaka Kuridstaniyên Azad Erhan Firat axivî.

Piştre belavoka komîteya amadekar hate xwestin.

Siyasetmedarê Kurd Huseyîn Yilmaz piştre axivî û got, "Êdî yên xwe ji yekîtiya neteweyî vebigirin wê ji aliyê gelê Kurd ve ti carî neyê efûkirin."

Meş li meydana Kottbûser Tor bi dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye" û "Yeke yeke yeke Kurdistan yeke" bi dawî bû.

HAMBÛRG

Bi heman armancê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî çalakiyek hebû. Kurdistanî tevî dostên xwe li navenda bajêr li hev kom bûn.

Parlamenterê Hambûrgê yê Partiya Çep Martîn Dolzer destnîşan kir ku êrişa li dijî sivîlên li Rojava sûcê li dijî tevahiya mirovahiyê ye.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Kurdistaniyan ji bo yekîtiya neteweyî çalakiyek pêk anîn.

Mîtîng li meydana Malîveldê pêk hat û girîngiya yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd hate destnîşankirin. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û dirûşma "Yeke yeke yeke Kurd yeke" hate qîrin.