'Li ber xwe bide Licê gel bi te re ye'

'Li ber xwe bide Licê gel bi te re ye'

Rêxistinên ked û pîşeyî êrîşa leşkeran a li Licê û êrîşa polîsan a li Parka Geziyê şermezar kirin û dirûşma 'Li ber xwe bide Licê gel bi te re ye' qîr kirin.

Nûneriya DÎSK'ê ya Herêma Anatolyaya Navîn, Platforma Şaxên KESK'ê yên Enqereyê, TMMOB, Odeya Tabîban a Enqereyê bi dirûşmaya 'Ji Taksîmê heta Licê berxwedan didome û dê bidome' ji Kolana Yuksel heta Kolana Sakarya meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmayên, 'Li ber xwe bide Licê gel bi te re ye', 'Şehîdên şoreşê nemir in'  qîr kirin. Di meşê de wêneyên Medenî Yildirim, Ethem Sarisuluk, Abdullah Comert û Mehmet Ayvalitaş hatin hilgirtin.

Endamê Lijneya Rêveberiya ATO'yê Ebru Basa diyar kir ku desthilatdarî dixwaze hemû civakê bindest bike û wiha got: "Di navbera bertekên li Licê çêkirina qereqolan û li Parka Geziyê çêkirina navenda bazariyê de aliyên ku dişibin hev hene. Di her du çalakiyan de gel li hember pêkanînên dij-demokratîk, zext û zordariyê serî hildan. Di her du çalakiyan de dewlet girseyan weke terorîst pênase dike, zext û zordariyê dike û dikuje." Daxuyanî bi dirûşmayan  bi dawî bû.