Li ber PE’yê çalakiya piştgiriya bi Taksîmê re
Li ber PE’yê çalakiya piştgiriya bi Taksîmê re
Li ber PE’yê çalakiya piştgiriya bi Taksîmê re
“Kolektîfa-piştevaniya bi Taksîmê re” li ber Parlementoya Ewropayê (PE) çalakiya piştevanî û hişyariyê pêkanî. Di çalakiyê de ji PE’yê hate xwestin ku, li hemberî hikumeta AKP’ê helwestekî zelal bigire.
Ji bo şermezarkirina tundî û zora hikumeta AKP’ê di serî de li Stenbol-Taksîm û Enqereyê li hemberî çalakvana pêktîne 250 kesên ji Tirkiyeyî, Kurdistanî û nûnerên sazî û dezgehên Fransî çalakiyek pêkanîn. Di çalakiya li ber PE sloganên “Herder Taksîme, herder berxwedane”, “Tena serê xwe rizgarî tuneye, bi hev re”, “Yan li herderê Taksîm yan jî tu kes ji me na”, “Erdogan îstifa”, “bijî hevgirtina gelan” qîr kirin û pankartên “Li dijî zext û tundiyên li ser bindestan Strasbourg dibêje: Berxwedan!” vekirin.
PÊWÎSTE PE BIKEVE TEVGERÊ
Axaftinên ku li ser navê kolektîfa ku Komeleya Çanda Mezopotamya, Komeleya Elewiyan DÎDF, ADHK, REDD, ASTU, Platforma Jinên Demokratîk ya li Strasbourgê û komeleyên Elewiyan di nav de bang li rayedarên YE û PE kir ku, netenê tundî û zextên ku rejima Tirkiyeyê li hemberî protestovanên sivîl pêktîne şermezar bike, pêwîste li dijî pêkanînên hemberî azadiyê aktîf bikeve tevgerê.
Nûnerên Kolektîfa Strasbourgê dane diyarkirin ku, heta ku berxwedan û zextên li Tirkiyeyê berdewam bikin ew dê çalakiyên xwe bidomînin. Hate destnîşan kirin ku, di çalakiyên berxwedanê de gel û baweriyên weke Kurd, Tirk, Çerkez, Elewî û wkd anîne gel hev.
NÛNERÊ BDP: PÊWÎSTE ÇEMKA FAŞÎST BÊGUHERTIN
Nûnerê BDP’ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay axaftinek kir û got, “Em weke BDP ji roja destpêkê heya niha li gel van çalakiyên mafdar û rewa bûn, her wiha dê berdewam jî bikin. Çemka weke polîtîkayekî zext û tundiyê lêkirine, faşîste û heta ku ev mantiq demokratîk bibe ew dê tekoşîna xwe berdewam bikin.”
Di nava çalakvana de gelek nûnerên saziyên Fransî û Turgut Okerê Elewî yê li Ewropayê tê naskirin jî hebûn. Nûnerê sendîkaya CGT yê Fransî ku di çalakiyê debû axaftinek kir û berxwedan silav kir. Nûnerê CGT daxwaz kir ku, PE li hemberî polîtîkayên hikumeta AKP’ê helwestek zelal bigire.
Çalakiya ku di demjimêr 13:00’an de bidawî bû li ser navê girseyê heyetek ket PE’yê. Kolektîfa Piştgiriya bi Taksîmê ya li Strasbourgê ku ji 1’ê Hezîranê ve 7 çalakiyên hevpar pêkanî, dadiyarkirin ku dê sibe şev di demjimêr 19:00’an de li qada Kleber bin û xwest bêy ku cûdahiyekê bêxin navberê Kurd, Tirk, Elewî û Sunî tevlî çalakiyê bibin.
JI PE’YÊ PÊŞNÛMEBIRYAR
Têkildarî rewşa li Tirkiyeyê di Lijneya Giştî ya PE’yê de piştî demjimêr 15:00’an de pêşnûme biryarek hate amade kirin. Di nîqaşên lijneya giştî ku nûnerê Serokatiya Demê ya YE û Nûnera Têkiliyên Derve yê YE û Nûnera Bilind yê ji Ewlekariyê Berpirsyar Cahterine Ashton dê amade bin, çav lê ye ku berxwedana du hefteye li Tirkiyeyê berdewam dike û nêzîkatiyên hikumet û hêzên ewlekariyên yên lihemberî berxwedanan danin ser mêzê. Biryara mijara gotinê piştî nîqaşên li lijneya giştî dê şeklê wê yê herî dawî sibe li derdorê nîvro were deng dan.