Li ber Parlementoya Awustralyayê ji bo Kobanê çalakî
Li ber Parlementoya Awustralyayê ji bo Kobanê çalakî
Li ber Parlementoya Awustralyayê ji bo Kobanê çalakî
Kurdistaniyên li Awustralyayê dijîn, bi çalakiyekê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê şermezar kirin û bang li hukûmeta Awustralyayê kirin ku piştgiriyê bide Kurdan.
Kurdistaniyên li Eyaleta NSW ya Awustralyayê dijîn, li ber avahiya parlementoya eyaletê ya li Martin Place ya li Sydneyê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re çalakiyek li dar xistin.
Kurdistaniyan di çalakiya xwe de bêdengiya hukumeta Awustralyayê ya li hemberî êrîşên li ser Kurdan şermezar kirin û xwestin alîkariya hêzên YPG û YPJ’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, bike.
Her wiha, Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Brûsk Aeiveri diyar kir ku dê çalakiyeke din a protestoyî li Parlementoya Federal a Awustralya ya ku li paytext Canberrayê ye, çalakiyek li dar bixin. Brusk Aeiveri bang li hemû Kurdistanî û dostên kir ku tevlî çalakiya ku dê roja çarşemê pêk bê bibin.
Kanala televîzyonê ya navdar a Awustralyayê Channel 9 jî roja yekşemê, bernameyek bi qasî 60 deqeyan derbarê berxwedana şervanên YPG û YPJ ya li Kobanê de weşand. Ev bername li rastî eleqeyeke mezin hat.