Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Bensheîmê dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, êrîşên li hember çapemeniyê hatin protestokirin.

Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, êrîşên li hember çapemeniyê hatin protestokirin. Di çalakiya standê ya ku Elmanan organîze kirin de, bi armanca protestokirina qetlîamên dewleta Tirk îmze hatin berhevkirin, belavok hatin belavkirin.

Çalakiya ku Sendîkaya Karkeran a Elmanyayê (DGB) » Hûtta Mssaong-Loffler li dar xist, Komeleya Kurd a Bensheîmê jî piştgirî kir.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk di bin navê “Bi PKK’ê re şer” sivîlan qetil dike. Gelek Saziyên Civaka Sivîl jî piştgiriya çalakiyê kirin.

Di danezan û belavokên ku îmzeyên gelek saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî lê hebûn de li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser çapemeniya azad jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de êrîşa li hember Rêveberê Weşana Giştî yê Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar jî hate şermezarkirin. Hat gotin ku “Qetlîamên sivîlan ên li Tirkiyeyê protesto dikin”, “Êdî bila sivîl neyên qetilkirin” û “Êdî bila ji bo Kurdan statu bê dayîn.”

Di çalakiyê de nêzîkatiyên hikûmeta Elman jî hatin rexnekirin û hat diyarkirin ku divê demildest Serokwezîra Elman Angela Merkel têkiliyên xwe yên bi Erdogan re bi dawî bike.

Çalakiya ku cara yekem Kurd û Elman li Bensheîmê organîze dikin, bi komkirina îmzeyan û belavkirina belavokan rastî eleqeyeke mezin hat.

 

...