Li Belçîkayê polîtîkaya hikûmetê ya aboriyê hat şermezarkirin
Li Belçîkayê polîtîkaya hikûmetê ya aboriyê hat şermezarkirin
Li Belçîkayê polîtîkaya hikûmetê ya aboriyê hat şermezarkirin
Polîtîkayên hikûmeta Belçîka ya têkildarî aboriyê li Brukselê bi mîtîngeke mezin a beşdariya 120 hezar kesî hat şermezarkirin.
Polîtîkiyan têkildarî aboriyê yên hikûmeta nû ya Belçîkayê, bi banga 3 sendîkayên mezin bi beşdariya sed hezar kesî hat protestokirin. Di dîroka Belçîkayê de ji 30 salan heta niha cara yekemîn xwepêşandaneke evqasî girseyî hat lidarxistin. Sendîka plan dikin ku çalakiyên xwe di hefteyên pêşiya me de jî berdewam bikin.
Hin kesên beşdarî xwepêşandanê bûn wesayîtên li derdorê qulipandin û şermezar kirin.
Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Hat ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin û birîndar jî hene.
Girseya bi banga 3 sendîkayên mezin hatin gel hev, wê ji 24’ê Mijdarê ve bi awayekî dorveger bikevin grevê. 15’ê Kanûnê jî wek roja greva neteweyî hat îlankirin.
Hikûmeta Charles Mîchel ê berî niha bi mehekê bû Serokwezîr, plan dike ku ji sala 2030’î û pêve temenê teqawîtbûnê ji 65’an derxe 67’an. Her wiha di butçeya sala 2018’an re jî hin guhertinan dike.
Organîzatoran ku diyar kirin 120 hezar kes beşdar bûne, polîsên Belçîkî jî dan xuyakirin ku 100 kes beşdarî mîtîngê bûne.
Sosyalîstên 26 sal in cara yekem di hikûmetê de cih nagirin diyar kirin ku hikûmeta nû hatiye avakirin xizmetê ji dewlemendan re dike.
Serokwezîrê berê Elîo Dî Rupo got, “Pêşxistina butçeyê avêtina ser milê karker, kesên alîkariya civakî digirin, kesên teqawît û malbatan ne asayî ye. Hikûmet polîtîkayeke ne adil û bi hevsengî dimeşîne.”
Dî Rupo diyar kir ku bi çalakiya îro re derketiye holê ku gel vê polîkayê naxwaze.
Serokwezîr Charles Mîchel jî her sê sendîkayên mezin ên welêt dawetî civîna piştî nîvro kir.