Li bejahiya Dêrsim û Wan tevgera leşkerî

Li bejahiya Dêrsim û Wan tevgera leşkerî

Hat ragihandin ku li bejahiya Dêrsim û Wanê tevî maşîneyên zirxî tevgera leşkerî xuya dike. 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin di 12’ê Tebaxê de li zozana Munzuran a Dêrsimê bi helîkoptereke kobra û maşîneyên zirxî tevgereke leşkerî destpê kiriye. Tê gotin ku leşker ji gundiyên ku li zozanan e agahiyan werdigirin.

Her wiha hat destnîşan kirin ku li navçeya Ebex a Wanê jî li ser tevahiya sînor leşkerên Tirk bi maşîneyên zirxî  di nav tevgerê de ne.