Nûçeya Lezgîn: HPG-NRÇ: Artêşa Tirk bi her cûre çekan êrîşî gerîla dike

Li bejahiya Berwariyê operasyon

Li bejahiya Berwariyê operasyon

Artêş Tirk li navçeya Berwarî ya Sêrtê di saetên sibê de operasyon da destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî leşkerên Tirk di navbera gundê Heşet û Bêdar a navçeya Berwarî ya Sêrtê de operasyon daye destpêkirin. Ji Sêrtê gelek leşker û amûr hatin sewqkirin.

Çavkaniyên herêmî gotin ku çiya kirine bin ablukayê û helîkoperên ji Sêrt û Berwariyê rabûne çûne qûnntarê Çiyayê Herekol.

Her wiha leşkeran nuqteyên kontrolê çêkirine û di ketin û derketina bajar de nasnameya kontrol dikin.

Hat hînbûn ku gelê agahiya operasyonê girtiye, li ber avahiya DBP’ê civiyane da ku biçin cihê operasyonê.