Li Bedlîsê li xwendekaran lêpirsîna dîsîplînê

Li Bedlîsê li xwendekaran lêpirsîna dîsîplînê

Di 7’ê mijdara 2013’an de  xwendekarên zanîngeha Eren ya Bedlîsê (BODER) ji bo derengmayîna çêkirina rê û kawşaxan protesto bikin çalakî pêk anîn û der barê gelek xwendekeran de lêpirsîn hat destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna dîsîplînê ya ku ji aliyê Rektoriya Zanîngeha Eren ya Bedlîsê ve hatiye dest pêkirin der barê xwendekarên ku ‘stranên azadiyê striyane, lîstik lîstine û govend gerandine’ de  15’emîn xala Rêziknameya Dîsîplînê ya Xwendekarên Saziyên Perwerdehiya Bilind wek hincet hat nîşandan û parastina wan hat xwestin.

Serokê Egîtîm-Sen a Bedlîsê Savaş Ulku axivî û da zanîn ku ji ber ku xwendekaran stranên azadiyê gotine û govend gerandine, cezakirina wan ne zanistî û ne jî mantixa wê ye.  Ulku diyar kir ku lêpirsîna dîsîplînê ya ku ji aliyê Zanîngeha Eren ya Bedlîsê ve hatiye destpêkirin divê demildest bê rakirin.