Li Bedlîsê ceza li 24 kesan birîn, ji bo ku komkujiya Parîsê şermezar kirin
Çileya 2016'an li Bedlîsê ji bo ku tevlî çalakiya şermezariyê ya komkujiya Parîsê ya 9'ê Çile ya 2013'an bûbûn, daraza Tirk cezayê girtîgehê li 24 kesan birî.
Çileya 2016'an li Bedlîsê ji bo ku tevlî çalakiya şermezariyê ya komkujiya Parîsê ya 9'ê Çile ya 2013'an bûbûn, daraza Tirk cezayê girtîgehê li 24 kesan birî.
Meşa protestoyê bi pêşengiya Rêxistina Bajêr a Bedlîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 6'ê Çile ya 2016'an hatibû kirin.
Piştî 4 salan cezayê girtîgehê li 24 kesan birîn. Di van kesan de ku ceza li wan hatiye birîn şaredarê berê yê Tatwanê Abdullah Ok, Hevseroka berê yê Mutkiyê Esman Gumuş, Hevserokê berê yê Bajêr Envar Barîn jî hene.
Her yekê 1 sal û 3 meh ceza li 24 kesan hate birîn.