Li Başûrê Sudanê hejmara miriyan derket 400’î
Li Başûrê Sudanê hejmara miriyan derket 400’î
Li Başûrê Sudanê hejmara miriyan derket 400’î
Li başûrê Sudan pevçûnên roja yekşemê dest pêkirin didome. Konseya Ewlehiyê ya NY’ê ji bo vî welatî runiştinek taybet saz kir û xwest hikûmet sivîlan biparêze.
Dîplomatên tevli civîna Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî (BMGK) bûn, diyar kir ku ji roja yekşemê heta niha di pevçûnên pêk hatine de di navbera 400 û 500’î de kesan jiyana xwe ji dest daye.
Piştî civîna BMGK’ê daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku ji rewşa başûrê Sudanê bi fikarin û got hedefgirtina sivîlan bi xetere.
BMGK’ê bang li lîderê hikûmeta Sudan û Artêşa Rizgariya Gel a Sûdanê (SPLA), kir û diyar kir ku bil dawî li pevçûnan bîne.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Kî-moon der barê mijarê de axivî û li serokomarê Başûrê Sudanê Salva Kîîr geriya û fikarên xwe yên der barê pevçûn û hedefgirtina sivîlan de anî ziman.