Li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê
Li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê
Li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê
Li Ranya û derdorên wê bi armanca piştgiriyê bidin Rojava kampanyaya alîkariyê ya ev çend rojin hatin destpêkirin berdewam dike. Kampanya bi navê Tora Hawkarî Rojava (THR) hate destpêkirin komkirina alikariyê li van deveran ket roja 5’an.
Li navçeya Ranya, bajarokên Çarqurne, Hecîava û gundên derdoran 5 rojan ji bo gelê Rojava kampanya komkirina alikariyê hate destpêkirin. Desteya rêvebirina kampanya alikariyê da zanîn ku cihên komkirina alikarîyê ji aliyê wana ve hatine diyar kirin û wiha gotin: "Ranya ‘Malbenda Wergirtina Tutîn', Çarqurna ‘Şarewanî Çarqurne’ û Hecîava jî li ‘Geraca Pasekanî Pêşangay Kobanê’ ye.
Desteya Rêvebir a THR'ê diyar kir kû ku li Ranya, Çarqurne û Hecîava ya ji bo Rojava tê komkirin, kanala televizyona YNK Kurdsat dixwaze vê alikari bi navê YNK'ê bide çapemeniyê.