Li Basel û Nottînghamê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Swîsreyê Basel û bajarê Nottîngham ê Îngilîstanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate destpêkirin a ku wê 3 rojan bidome.

Bi pêşengtiya Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk li pêşiya Parlementoya Kantona Marktplatzê ya Baselê standa agahdarkirinê hate vekirin.

Di çalakiyê de belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

Di standê ya ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, agahdarî tên kirin.

Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan pankart hatin vekirin.

Çalakî wê 3 rojan bidome.

NOTTÎNGHAM

Li bajarê Nottîngahm ê Îngilîstanê, bi daxwaza azadiya Ocalan çalakiya kon hate lidarxistin. Meclîsa Gel a Nottîngaham li navenda bajrê çalakî lidar xist û di çalakiyê de belavok belav kirin.

Di çalakiya rêjeyek zêde jin beşdar bû de, wê heta 24’ê Hezîranê bidome.