Li Baselê azadî ji Ocalan re xwestin

Kurdistaniyên ku li Baselê hatin ba hev bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re jî statu xwestin.

Di mîtînga li Baselê de bal hat kişandin ser tecrîda giran a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Çalakî bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” li Basel Claraplatzê hate lidarxistin û posterên Ocalan û alayên YPG/YPJ’ê hatin vekirin.

Di çalakiyê de li ser navê Ciwanên Azad Swîsre, Basel Dem-Kurd û PYD’ê axaftin hatin kirin û axivgeran bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hat destnîşankirin ku ji bo azadiya Ocalan divê têkoşîn bêtir xurt bibe.

‘DIVÊ TECRÎDA ÎMRALIYÊ WERE ŞIKANDIN’

Di axaftinan de qala pêvajoyê jî hate kirin û hat diyarkirin ku azadiya Ocalan girîngiyeke xwe ya jêneger heye û bi pêşengiya ciwan û jinên Kurd divê tecrîda Îmraliyê were şikandin.

Piştî çalakiya rûniştinê, mîtîng bi sloganên “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.