Li Bandirmayê girtî nayên dermankirin, li Menemenê tedawîkirina li 'jêrzemînan'

Hate ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Bandirmayê demeke direj di greva birçîbûnê de mane sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin û xwîn vedireşin. 

Li gelek girtîgehan girtiyên çalakiya greva birçîbûnê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 ya Bandirmayê ye.

Li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê di 26'ê Gulanê de bi dawî bûye lê girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Girtiyê bi navê Omer Dorûdemîr (22) ku 97 rojan di çalakiya greva birçîbûnê de ma bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan wan pêk tên ji malbata xwe re ragihand.

Dorûdemîr ji malbata xwe re ragihand ku ji ber di encama berxwedana wan a greva birçîbûnê û rojiya mirinê de deriyên Îmraliyê vebûne gelek kêf û moral in û wiha got: "Çalakiya me bi serkeftî encam bû lê hê jî me sewqî nexweşxaneyê nekirine. Hevalên me yên ku 140 roj di çalakiyê de mane û hê tedawiyên wan nehatine kirine û xwîn vedireşin hene. Ji bo ku em sewqî nexweşxaneyên bên kirin û tedawiyên me bên destpêkirin, divê parêzer û saziyên berpirsyar bên serdana me û bikevin nav liv û tevgerê."

Dorûdemîr sala 2014'an de li navçeya Licê ya Amedê dema ku li dijî operasyonên leşkerî derketibû û daxwaz kiribû ku operasyon bên rawestandin, ji hêla leşkeran ve hatibû birîndarkirin û girtin. Ji ber ku guleyek di hestiyê wî yê mêjî de heye, di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire.

Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, girtiyên di greva birçîbûnê de bûn, piştî dawî li çalakiya xwe anîn sewqî nexweşxanê hatin, lê ji ber ku girtî birin jêrzemîna nexweşxane ya şertên wê pir xerab bû, tedawî red kir.

SEPANDINA TEDAWIYÊ LI JÊRZEMÎNA NEXWEŞXANEYÊ

Muameleyên xerab û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên li ser banga Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 26’ê Gulanê de dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûn û rojiya mirinê anîn her roj zêdetir bibin û bûyerek din derdikeve holê. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, girtiyên dawî li çalakiya xwe anîn sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Menemen hatibûn kirin. Hat diyar kirin ku girtiyên birin jêrzemîna nexweşxanê ya şertên wê pir xerab bû, tedawiya li vê derê red kirin. Dayika Yigît Uste (18) Songul Uste a çû hevdîtina kurê xwe, tiştên ku kurê wê jê re gotin par ve kir.

Dayik Usten, bal kişand ser rewşa kurê xwe û wiha axivî: “Piştî ku kurê min û 6 hevalên wî dawî li çalakiya xwe tînin, di 27’ê Gulanê de radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê. Lê wan dibin jêrzemîna nexweşxanê û ji wan re tê gotin ku dê li vê derê bên tedawîkirin. Ji ber jêrzemîn di nava avê de ma bû û tuwaletên wê pir qirêj bûn, kurê min û hevalên wî ji ber fikar û rîska enfeksiyonê, mudaxileya bijîşkî red dikin, neçar dimin ku bêjin ew dixwazin li girtîgehê bên dermankirin. Kurê min piştî çalakiya xwe qedand ez çûm hevdîtinê. Rêveberiya girtîgehê li gorî algoritmaya bijîşkan tevnagere û girîngiyê nade derman û xwarinên girtiyan.”

‘SERKEFTINA DAYIKÊN LI BER XWE DAN LI ME HEMÛYAN PÎROZ BE’

Dayik Uste, da zanîn ku ew tim bi kurê xwe serbilind e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di her şert û mercê de ez bi wî re me. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Heya dawiyê rêya wî vekirî be. Kurê min û hevalên wî silav ji dayikan re şandin. Serkeftina dayikên li ber xwe dan, li me hemûyan pîroz kirin. Weke malbatan wê dîsan çav û guhên me li girtîgehan bin.”