Li Balafirgehê Çalakiya Femen: Erdogan biçe Kabîl!

Li Balafirgehê Çalakiya Femen: Erdogan biçe Kabîl!

Jineke Ukraynayî ya Endama Tevgera Femînîst FEMEN li Balafirgeha Stenbolê ya Sabîha Gokçen xwe tazî kir û dijberî Erdogan xwepêşandek li dar xist.

Muhabîra ANF’ê ya li cihê bûyerê destnîşan kir ku, jineke Endama Tevgera Femînîst ku danê nîvro hat Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê kincên li ser xwe derxistine û “Erdogan biçe Kabîlê, bila Tirkiye azad be” qîr kiriye.  

Çalakvana di destên wê de dovîzên “Erdogan, from: Istanbul, to: Kabil” û li ser bedena wê “Air diktator” nivîsandî destpêkê rastî mudaxeleya polîseke jin û zilam hatiye. Paşê polîsên sivîl çalakvana ku destên wê ji paşve hatibûn kelepçekirin ji balafirgehê birine.

Wêne: Zeynep Kuray