Li Balafirgeha Bremenê çalakiya Kurdan
Li Balafirgeha Bremenê çalakiya Kurdan
Li Balafirgeha Bremenê çalakiya Kurdan
Kurdistaniyên li bajarê Bremenê yê Elmanyayê dijîn, li Balafirgeha Bremenê çalakî li dar xistin.
Çalakiyên Kurdên li Ewropayê dijîn, ên li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê, li seranserê Ewropayê belav dibin. Kurdistaniyên li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, li Balafirgeha Bremenê çalakiyek li dar xistin.
Bi sedan kesên tevlî çalakiyê bûn, bal kişandin ser bûyerên li Kobanê diqewimin û nelet li çeteyên DAIŞ’ê barandin. Di çalakiyê de bê navber dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin gotin û bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku li hemberî êrîşên li ser Kobanê bêdeng nemînin.