Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 63 kesên din bi vîrûsê ketin

Di nava 24 saetên dawî de li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 63 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Hate ragihandin ku 2 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Têkildarî mijarê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 63 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Hate ragihandin ku 2 kesên ji Dêrikê, ku yek jin yek jî mêr bûn, ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê desteyê Ciwan Mistefa diyar kir ku di nava heman demê de 18 kesên nexweş ketibûn jî rewşa wan a tenduristiyê baş bûye.

Heta niha 966 kes li Bakur û Rojhliatê Sûriyê bi koronayê ketine, ji wan 48 kesan jiyana xwe ji dest dane û 309 kes jî baş bûne.