Li Bakirkoyê ‘’Nobeta Azadiyê’’ didome

Endamê SODEV’ê Yavuz Okçuoglû 20. Nobeta Azadiyê a li Girtîgeha Dorlêgirtî ya Jinan a Bakirkoyê dewr girt û got: ‘’Li her devera ku em lê ne, ku em tênekoşin, neyên cem hev, sibe wê dereng bibe’’

Nobeta Azadiyê ya li ber Girtîgea Dorlêgirtî ya Jinan a Bakirkoyê ku bi  mebesta piştevaniya li Rêveberê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya, Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û endamên Desteya Rêveber ê Weşanê Asli Erdodan, zimannas Necmiye Alpay dest pê kirî berdewam dike.

Di Nobeta Azadiyê de Yavuz Okçuoglu li ser navê Weqfa Demokratîk a Sosyal (SODEF) axivî û got, bêdengkirina çapemeniya azad tê wateya bêdengkirina hemû dengê muxalîf e. Okçuoglû bi berdewamî got: ‘’Heke em aniha tevnegerin, avaniyên ku li Tirkiyê daxwaza wan a demokrasiyê heye, ku niha neyên cem hev, sibehî em ê li ber dîwarên girtîgehê werin cem hev. Heke em hemû li cihê ku lê ne, tênekoşin sibe dibe ku pir dereng bibe.’’

Nivîskar Ayşegul Tozeren bang li çepgir û sosyalîstan kir ku werin cem hev bi hev re têbikoşin. Tozeren got, ‘’Heke di çep de em nebin yek em ê jî biçin zindanan. Dest li ser heqê agahdarbûna me nedeynin. Hûn çi qasî bigirin em ê zêde bibin, ji ber ku em JINHA ne, DÎHA ne, em Cumhuriyet in. Hûn nikarin heqê agahdarbûna welatiyan asteng bikin. Hûn nikarin dest li ser vîna me deynin û li ser heqê me ku em bibin nûçe’’