Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên ji bo Efrînê

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dagirkeriya rejîma AKP-MHP'ê ya li Efrînê tê şermezarkirin. Di çalakiyan de piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin û hat ragihandin ku dewleta Tirk sivîlan dikuje.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dagirkeriya rejîma AKP-MHP'ê ya li Efrînê tê şermezarkirin. Di çalakiyan de piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin û hat ragihandin ku dewleta Tirk sivîlan dikuje.

WAN: Li navçeya Qelqelî ya Wanê, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayin. Rêveberên HDP'ê yê navçeyê Şefîk Enuştekîn got, "Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî tevahiya gelê Kurd û gelên bindest e." Li navçeya Rêya Armûşê jî daxuyaniyek hate dayin û rêveberên HDP'ê yê navçeyê Fîkret Dûman got, yên li pêşberî vê êrîşê bêdeng in, hevparê mexdûriyetê ne. Dûman destnîşan kir ku çareserî şer nîne, çareserî aştî ye.

HATAY: Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Hatayê, êrîşên dagirkirinê yên li dijî Efrînê bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya ÎHD'ê şermezar kirin. Serokê ÎHD'ê yê Hatayê Mîthat Can nerazîbûn nîşanî medya Tirk da û diyar kir ku medya şer sor dike.

MERSÎN: Rêxistina HDP'ê ya Mersînê xwest êrîşa li ser Efrînê li ber avahiya partiya xwe şermezar bike, lê belê polîsên Tirk dor li avahiyê girtin û nehiştin daxuyanî were dayin. Ji ber vê yekê li nava avahiyê civîn hate lidarxistin û Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Fatmagul Demîrtag peyivî û got, "Bila êrîş tavilê bê sekinandin, ji ber ku em ê nebin parçeyek ji vî şerî."

COLEMÊRG: Li navçeya Gever a Colemêrgê, beriya çalakiya protestoyî polîsên Tirk tevî bi dehan wesayitên zirxî dro li avahiya HDP'ê ya navçeyê girtin. Midûrê Tirk ê Emniyetê tevî polîsên xwe ketin avahiya partiyê û gef li welatiyan xwarin.

MÊRDÎN: Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, HDP'ê li dijî êrîşên li ser Efrînê li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP'ê yê Nisêbînê Ferhat Kût diyar kir ku ev êrîş zerarê dide îradeya jiyana bi hev re ya gelan.

ÎZMÎR: Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li avahiya Şaxê Hejmara 1'ê ya Egîtîm Senê civîneke çapemeniyê li dar xistin û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew êrîş û komkujiyê qebûl nakin.

RIHA: Platforma Şaxên Rihayê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li avahiya SES'ê daxuyaniye dan çapemeniyê. Polîsên Tirk dor li avahiyê girtin. Serokê Şaxê SES'ê Cevher Ozturk daxuyanî da û got, di her şert û mercî de wê li dijî şer bisekinin û di aştiyê de israr bikin.