Li bajarê Reims ê Fransayê bîranîn û mewlûd
Li bajarê Reims ê Fransayê bîranîn û mewlûd
Li bajarê Reims ê Fransayê bîranîn û mewlûd
Ji bo cangoriyên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Reims ê Fransayê bi beşdariya gelek welatparêzên Kurd merasîmeke bîranînê hat lidarxistin û mewlûd hat dayîn.
Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, nûnerên malbatên cangoriyan yek bi yek axaftin kirin. Axaftina wan bi dirûşmên "Şehîd Namirin" gelek caran hat birîn.
Di merasîma ku sînevîzyon jî hat nîşan dan de Mele Qasim diyar kir ku Kurd Îslamiyeta rastî dijîn û ji bo mirovahiyê şer dikin û got, "Lewma zarokên gelê Kurd şehîdên rastî ne."
Li dû axaftina Mele Qasim mewlûd hat xwendin.
Di merasîmê de, di salvegera 77. a darvekirinê de pêşengê raperîna Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî jî hatin bîranîn.