Li bajarê Nancy ê Fransayê panela hilbijartinê
Li herêma Alsace-Loraîne a Fransayê Komîsyona Nancy panela hilbijartinê pêk anî. Di panelê de nûnera HDP-Brukselê Omurcan axivî û got ku tifaqa ku HDP’ê afirandiye AKP tirsandiye.

Li herêma Alsace-Loraîne ya Fransayê di çarçoveya xebatên hilbijartina 7’ê Hezîranê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tê Komîsyona Nancy panelek pêk anî.
Panel, li Salle Jaques Breil pêk hat û MLKP, DHB, Partîzan, EMEP, AKM û Mala Çandê ya Nûrhat Anatolî tevlî bûn.
Panela ku komîsyona ji 20 kesî pêk dihat, organîze kir bi hilbijartina dîwanê destpê kir. Di dîwanê de Alî Haydar (MLKP), Huseyîn Bîrdemîr (HDP), Songul Omurcan ( HDP-Bruksel), Kasim Kaplan (FUAF-KDBB), Mansur Çadir ( AKM), Murtaza Polat ( HDP), Kadîr Bulbul ( NAK) tevlî bûn.
Bîrdemîr axaftina vekirinê kir û der barê xebatên hilbijartinê de agahdarî kir.
EM ENIYA KU AKP’Ê DITIRSÎNE AVA BIKIN
Nûnera HDP-Brukselê Songul Omurcan axivî û got ku pêkhateyên civîn û dîwanê ji kesên xwedî nêrînên cuda pêk tên û ev mirovan kêfxweş dike. Omurcan bal kişand ser pêşerojeke ku her kes dikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin û got: “Em eniyeke muxalefetê ya demokratîk a gelan ku AKP’ê ditirsîne ava bikin.” Di rûniştina duyemîn a panelê de pêşniyar û pirs hatin kirin.