Li bajarê Akarselê agirê Newrozê hate vêxistin

Li bajarê Nagîhan Akarsel ya li Silêmaniyê hat qetilkirin, Cîhanbeyliyê agirê Newrozê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hate vêxistin.

Agirê Newrozê li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê jî bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hate vêxistin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl, endamên Meclîsa Partiyê (PM) yên HDP’ê Bedriye Yorgun û Nazim Karakurt û Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Herêma Rojhilata Navîn Mûrat Kayataş weke axêver tev li pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiya Newrozê de girseyê dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" berz kirin. Bedriye Yorgun di pîrozbahiyê de diyar kir ku desthilata AKP’ê di erdhejê de gel terkî mirinê kiriye û gel li gorî derfetên xwe alîkarî daye mexdûrên erdhejê.

Yorgun diyar kir ku qada Newrozê qada azadiyê ye û got ku Cîhanbeylî bajarê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel ku hatibû qetilkirin û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê dev ji jiyana azad bernedin. Em ê dev ji hevserokatiyê bernedin û ji bo her kes bi awayekî azad baweriya xwe bijî dev ji têkoşînê bernedin. Em ê dev ji feraseta xwe ya rêveberiyên herêmî bernedin. Ji ber ku em baş dizanin ku ev rê rêya jinan e, Rêya Sêyemîn e. Heta ku em vê rêya mirovahiyê pêk tînin jî dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl jî destnîşan kir ku Newroz tê wateya vejînê û jinûevafirîna gel a ji xweliya xwe ye û wiha pê de çû: “Newroz berxwedan e, roja serhildana li dijî zilmê ye. Newroz, roja ku jiyan jinûve bi sê zilikên şixatê hatiye afirandin e. Newroz, hatina biharê, zindîbûna xwezayê ye. Ez Newrozê li hemû gelan pîroz dikim.”

Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin û dirûşmên “Bijî Newroz” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Awazên Azad bi dawî bû.

Dema girse diket qada pîrozbahiyê, jina bi navê Tenzîle Tekîn bi hinceta cil û bergên li xwe kiribûn hate destgîrkirin. Tekîn ku 3 saetan li emniyetê hate ragirtin, piştre hate berdan.