Li Bahreynê êrîşa bombeyî

Li Bahreynê, êrîşeke bombeyî li dijî otobuseke polîsan hat kirin û di encamê de çar polîs birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir a Bahreynê bi daxuyaniyekê ragihand, ku otobuseke polîsan bû hedefa teqemeniyeke terorîstan.

Hat gotin, êrîş li cihekî nêzî gundê Jaû hatiye kirin.

Bahreyn, ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, ji aliyê xanedaniya Sûnî ve tê birêvebirin. Li vî welatî, di sala 2011'an de tevgereke Şîa ya ku reform û temsîliyetkee zêdetir a siyasî dixwest, bi tundî hat tepisandin. Ji hingî ve çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.

Rayedaran, têkildarî êrîşa li nêzî gundê Jaû agahiyên berfireh nedan.

Li vî gundî, roja 1'ê Çileyê li dijî girtîgehekê êrîşek hatibû kirin û di encamê de 10 girtiyên bi 'terorîzmê' dihatin sûcdarkiri, reviya bûn. Roja 9'ê Çileyê ev girtî û 3 kesên bi wan re tevdigeriyan, hatibûn kuştin. 7 jî di heman operasyonê de hatibûn girtin.

Roja Yekşemê, li gelek gundên derdora Manamayê, di navbera hêzên ewlekariyê û çalakgeran de şer derket. Ev çalakî, beriya doza darizandina yek ji oldarên bingehîn ên Şîa yê Bahreynê Şêx Îsa Qasim hatin lidarxistin. Şêx Qasim, ku di Hezîrana 2016'an de welatîbûna wî jê hat girtin, bi 'mezhebkarî' û berhevkrina pereyên îllegal tê sûcdarkirin.