Li Baglarê bo jinan atolyeyê psîkolojiyê
Li Baglarê bo jinan atolyeyê psîkolojiyê
Li Baglarê bo jinan atolyeyê psîkolojiyê
Mala Jinan a Kardelenê ya Şaredariya Baglarê, piştgiriya psîkolojîk a ji bo jinan bir taxan. Terapî bi awayê atolyeyan pêk tê.
Mala Jinan a Kardelenê ya Şaredariya Baglarê, xebeteke nû ji bo jinan da destpêkirin. Ekîba Mala Jinan a Kardelenê û Psîkolog Dr Eda Erdener diyar kir ku xwegihandina jinan tenê ji ser saziyên di avahiyan de nîne û jinên şerm dikin xwe bigihînin saziyan, derd û pirsgirêkên xwe bêjin, bo wan me biryar da em xebatên xwe li taxan bimeşînin.
Li Şaxa Mala Jinan a Kardelenê ya şaredariya Baglarê bi rêbaza kursiya serbet civîn pêk hatin û ev civîn ji perwerdehiyê wêdetir, pirsgirêkên jinan yên wekê psîkolojîk, şîdet, gihandina zarokan tên nîqaşkirin. Jinên hewcederiya wan piştgiriya psîkolojîk hebe jî fêdeyê digirin.
Erdener got bi awayekî azad xwe îfadekirin jî xebteke psîkolojîke û wiha got: “Xebatên me dê li her derê bidome. Em hewl didin vê xebatê her hefte bimeşînin. Em bi van prensîban derketin rê. Jin neçin saziyan, piştgiriyê negirin jî em dê biçin xwe bigihînin van. Em dê bi wan re parve bikin. Jinên ku zêdetir hewcedariya wan hebe, em dê randevuyê bidin wan. Gelek jin hene ku pirsgirêkên wan yên cuda hene. Mînak yên şîdetê dibînin. Em van piştgiriya psîkolojîk, ya hiqûqî û starbûnê didin.”