Li Aydinê li dijî Kurdan êrîş: 10 birîndar
Li Aydinê li dijî Kurdan êrîş: 10 birîndar
Li Aydinê li dijî Kurdan êrîş: 10 birîndar
Li navçeya Aydin Koşkê, komeke nasname nediyar bi îdîaya kinf (kenewîr) çandiye, avêt ser mala kesekî ji Çewlikê û dûre jî êrîşî mal û kargehên Kurdan ên li navçeyê kirin. Di encama êrîşê de gelek mal û kargeh zerar dîtin û gelek kes birîndar bûn.
Mala H.A. yê ji Çewlikê bi îdîaya li gundê Kizilca yê navçeya Koçkê kinf (kenewîr) çandiye li êrîşa komekê rast hat. Di êrîşa li taxa Sogûkkûyû de wesaîta H.A. hat rûxandin. Koma êrîşkar dûre berê xwe da navenda navçeyê û êrîşî malbatên Kurdan kirin. Êrîşkaran li navenda navçeyê ciwanekî Kurd ê ji Erzînganê yê derket pêşiya wan lînç kir û jineke Kurd a xwest pevçûnê bi dawî bike jî, rastî lêdana koma êrîşkar hat.
Êrîşên li navçeya Koşkê destpê kirin, li bajarokê Ûmûrlû yê 20 km dûrî navçeyê xwe dan der. Hat hînbûng, 4 Krudên li pêşberî Herêma Pişeyî ya Ûmûrlû hijîr, zeytûn difirotin, bi çekê hatin birîndarkirin. Dîsa, koma êrîşkar hewl da êrîşî dikana Hakki Adibellî ya li ser rêya Denîzliyê ye bike. Li ser bersivdayîna Adibellî û zarokên wî, koma êrîşkar ji vir reviya. Koma nijadperest careke din vegeriya navenda navçeyê û marketa Yuksel Dag belav kir.
Di encama vê êrîşa nijadperestan de 4 jê bi çekan 10 kes birîndar bûn, gelek mal û kargehên Kurdan talankirin û rûxandin. Birîndar rakirin nexweşxaneya li Aydinê. Li ser bilindbûna tengezariya li navçeyê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Aydinê Raîf Kanat û rêveberên BDP'ê bi qeymeqam û mudurê emniyetê yê Koşkê, lîkarê Walî û rayedarên leşkerî re hevdîtin kirin.
Kanat der heqê bûyerê de agahî da û diyar kir ku polîs û jendermeyan dest li êrîşa nijadperestan wernedane û heta niha ti êrîşkar nehatine binçavkirin. Kanat diyar kir ku hewldanên wan ên der heqê bûyerê de wê dewam bikin.