Li Awûstûryayê xebatên hilbijartinê didomin

Li AWûstûryayê xebatên HDP’ê yên hilbijartinê rastî eleqeyeke mezin tên. Tê payîn ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de HDP dengên xwe zêde bike.

Li Awûstûryayê nêzî 250 hezar penaberên Tirkiye û Kurdistanê hene. Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de wê 116 hezar Kurdistanî û Tirkiyeyî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Di hilbijartina 1’ê Kanûnê de ji sedî 40 hilbijêrên Tirkiyeyî çûbûn ser sindoqan û dengên xwe dabûn. Hejmareke zêde ya penaberên Tirkiye û Kurdistaniyan ji herêmên Anatolyaya navîn; Dersîm, Sêwaz û Erzinganê ne, û beşeke zêde jî civaka Elewî ye. Ligel ewqas dijberiya AKP’ê ya li hemberî Kurdan û HDP’ê jî pêwendiyeke zêde ya ji bo HDP’ê heye.

DENGÊN HDP’Ê WÊ ZÊDE BIBIN

Li Awûstûryayê Koordînasyoneke Navendî ya hilbijartinê hatiye sazkirin û ev koordînasyon wê xebatên hilbijartinê bimeşîne û bişopîne. Endamên vê koordînasyonê ragihandin ku coş û kelecaneke bilind a ji bo hilbijartinê heye. Her wiha koordînasyonê anî ziman ku mal bi mal digerin û ji bo gel dengên xwe bide xebatan dimeşînin. Koordînasyonê ragihand ku di van xwebatan de gelek nûnerên sazî, bawerî û kêmaran raber kirin ku wê dengên xwe bidin Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê.