Li Awûstûryayê tenê 6 kesan xwestin 'Tirk bimîne'

Li Awûtûryayê, ku AKP'ê di referandûmê de 73 ji sedî dengê "erê" bi dest xist, di nava 2 salan de tenê 6 kes ji welatîbûna Awûstûryayê derketin û li welatîbûna Tirk vegeriyan.

Li Awûstûryayê, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de 52 hezar kesî deng dan û 73 ji sedî dengê "erê" jê derket, Tirkiye qet ji rojevê nakeve. Krîza yekemîn, piştî ku Desteya Hilbijaritnê ya Bilind hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên li Awûstûryayê xwedî mafê dengdanê ye eşkere kir, rû da. Ji ber ku li Awûstûryayê destûr ji hemwelatîbûnê re nîne.

Li gorî YSK, 108 hezar û 561 kes li Awûstûryayê xwedî mafê dengdanê bû. Lê belê rayedarên Awûstûryayê ragihandibûn, ku li welatê wan 116 hezar welatiyên Tirk hene û 93 hezar ji van di binê 18 salî de ne.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Awûstûryayê de cih girtin, Wezareta Karên Hundir lîsteya hilbijêran a li lokaleke hilbijartinê ya referandûma 16'ê Nîsanê lêkolîn kir. Di vê lîsteyê de navê 95 hezar û 984 kesî heye.

Wezaretê, ku lêkolîna destpêkê ya li ser lîsteyê temam kir, di wê baweriyê de ye ku 44 hezar kes bi rengekî ne qanûnî hem welatiyên Tirkiyeyê ne hem jî yên Awûstûryayê ne. Wezaret van 44 kesan ji nêz ve dişopîne û tê payin ku lêkolîna xwe ya di vê der barê de di rojên pêş de biqedîne.

Di rojnameya Salzbûrger Fenster de, nivîsek li ser mijarê hate weşandin. Nivîs agahiyên xwe dispêre rayedarên konsolosxaneyê û destnîşan dike, ku her roj zêdeyî 10 kes ji bo ji welatîbûna Tirk derkevin, serî li konsolosxaneyê didin.

ROJÊ 10 TIRK JI WELATÎBÛNA TIRK DERDIKEVIN

Piştî ku hikumeta Awûstûryayê têkildarî Tirkên bi rengekî ne qanûnî bûne hemwelatî dest bi lêpirsînê kir, ji 16'ê Nîsanê û vir ve gelek Tirkan serî li konsolosxaneyên Tirk dane ji b ji welatîbûna Tirk derkevin. Li gorî nûçeya rojnameya "Salzbûrger Fenster" her roj zêdeyî 10 Tirk ji bo ji welatîbûna Tirk derkevin diçin konsolosxaneyên Tirk.

Li aliyê din, hat hînbûn ku di nava 2 salên dawî de hejmara kesên dev ji welatîbûna Awûstûryayê berdane û li welatîbûna Tirk vegeriyane, tenê 6 kes in. Mîna li welatên din ên rojavayê Ewropayê, li Awûstûryayê jî di nava mirovên serî li welatîbûna Awûstûryayê didin, welatiyên Tirkiyeyê di rêza yekemîn de ne.

TIRSA CEZAYÊ 5 HEZAR EURO

Tê texmînkirin, ku li Awûstûryayê 15 hezar kes bi rengekî ne qanûnî derbasî welatîbûna Tirk bûne. Rayedarên hikumetê ragihandibûn, ku welatîbûna Awûstûryayê ya van kesên navborî wê bê betalkirin û 5 hezar Euro cezayê pereyan li wan bê birîn.

Di Gulana bihurî de jî derketibû holê, ku gelek Tirk bi rengekî xeyalî li Awûstûryayê hatine nîşandan. Rojnameya "Kronen Zeîtûng" a ku bi rengekî rojane li Awûstûryayê tê weşandin, bi belgeyan derxistibû holê ku bi sedan xwendekarên Tirk ên ku qeyda wan li wargehên xwendekaran ên li Awûstûryayê tên nîşandan, di rastiyê de li Awûstûryayê najîn.

Rojnameyê qeyda 136 xwendekarên Tirk lêkolîn kir û derxist holê, ku kes van xwendekaran nas nake û di rastiyê de ev xwendekar li Awûstûryayê nînin. Di nava lîsteya ku ji aliyê rojnameyê ve hate weşandin de, Tirkên 87 û 89 salî jî weke xwendekar hatine nîşandan.