Li Awûstûryayê partiya nijadperest îtirazî encamên hilbijartinê kir
Li Awûstûryayê rastgirên radîkal ên ku di hilbijartina serokkomartiyê ya 22’ê Gulanê de winda kirin, nerazîbûn nişanî encama dan.
Li Awûstûryayê rastgirên radîkal ên ku di hilbijartina serokkomartiyê ya 22’ê Gulanê de winda kirin, nerazîbûn nişanî encama dan.
Partiya Azadîxwaz a Awûstûryayê (PFO), ji bo hilbijartina ku bi 31 hezar dengan winda kirin diyar kir ku di hilbijartinê de fêlbazî hatiye kirin.
Serokê FPO Heînz-Chrîstîan Strache li gel namzetê serokkomariyê Norbert Hofer beşdarî konferansa çapemeniyê bûn, têkildarî detayên nerazîbûna ji bo hilbijartinan agahî da.Serokê FPO’yê diyar kir ku di hilbijartina tura duyemîn a ku di 22’ê Gualnê de ji 117 herêmên hilbijartinê, di 94 cihan de fêlbazî û kêmanî hatine diyarkirin.
Serokê FPO yê ku bi polîtîkayên nijadperestiyê tê nasîn, têkildarî hilbijartinê hin rexneyên Serokkomarê berê Heînz Fîscher jî nîşan da.
Norbert Hofer ê ku di hilbijartina serokkomariyê de di tûra duyemîn de ma, bi dengên ji sendîkeyan ve li pêşiya hevrikê xwe Alexander Van der Bellen bû, lê piştî dengên bi nameyan hatin dayîn û şûn de bi 31 hezar dengan hilbijartin winda kir. Van der Bellen ê ku partiya Keskan piştgirî dikir 2 milyon 254 hezar, Hofer jî 2 milyon 223 hezar deng standin.