Li Awûstûrya û Elmanyayê civînên gel

Kurdistaniyên li Awûstûrya û Elmanyayê, der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê û êrîşên li Ewropayê de civînên gel lidar xistin.

Kurdistaniyên li Awûstûrya û Elmanyayê, der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê û êrîşên li Ewropayê de civînên gel lidar xistin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, navenda Civaka Demokratîk civîneke gel lidar xist. Di civînê de mijarên komkujiya li Cizîrê tê kirin û hilbijartinên li Ewropayê hatin nîqaşkirin. Cûma Tak li civînê peyivî û da zanîn ku gelê Kurdistanê bi pêvajoya şerekî giran re rû bi rû ye. Tak bal kişand ser berpirsyariya gelê Kurdistanê û dostên wan ên li Ewropayê û xwest, li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin. Tak destnîşan kir ku divê di hilbijatrinên 1'ê Mijdarê de HDP dengekî bilind werbigire. Parlamentera Kurd a Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan jî di axaftina xwe ya li civînê de got, "Çawa ku Kobanê namûsa Kurdan bû, Cizîr jî bi heman rengî ye. Têkoşîna PKK'ê ya li hemberî rêxistina terorê DAIŞ'ê, ji aliyê tevahiya welatên Ewropayê ve tê zanîn. Bi vê têkoşîna xwe ya li dijî çeteyan re nîşan da, ku rêxistineke çawa ye." Aslan xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' were derxistin.

WÛPPERTAL: Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Wûppertalê duh civîna gel hat lidarxistin. Di civîna ku bûyer û qewimînên dawî yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê hatin nirxandin de, rojnamevan-nivîskar Zana Azadî axivî. Azadî ba kişand ser polîtîkaya şer a AKP'ê û got, "DAIŞ AKP ye, AKP DAIŞ e." Azadî diyar kri ku AKP û Erdogan ên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çûn, bi hedef nîşandana HDP'ê re dixwazin di navbera gelan de kaos û pevçûnê derxînin û destnîşan kir, ku divê li hemberê wan têkoşîneke xurttir bê dayîn. Civîn piştî axaftina Azadî bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.

BONN: Li bajarê Bonnê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara ve civîna gel hat lidarxistin. Nûnera Meclîsê bi silavkirina berxwedanên gel ên li Cizîrê û tevahiya Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, şermezar kir. Nûner got, "AKP li Rojava têk çû û şer derbasî Bakur kir. Komkujî zêde kir." Nûner her wiha ji gelê li Ewropayê jî xwest, ku li hemberî êrîşan xwe biparêze.

NEUMUNSTER: Li bajarê Elmanya Neumunsterê jî bi beşdariya zêdeyî 100 Kurdistaniyan civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de komkujiyên li Kurdistanê û hilbijartinên 1'ê Mijdarê hatin nirxandin. Hevserokên NCDK ên Neumusterê Fatma Ûzûn û Lutfu Karaboga di axaftina li vir de diyar kirin ku AKP'ê li Kurdistanê dest bi şerê topyekûn kiriye û banga xurtkirina têkoşînê kirin. Di civînê de banga beşdariya li çalakiyên vedana kon û danîna standan ên 14-19'ê Îlonê yên li Elmanyayê, hat kirin.

...