Li avahiya SDP'ê 70 binçavkirin
Li avahiya SDP'ê 70 binçavkirin
Li avahiya SDP'ê 70 binçavkirin
Tîmên taybet avêtin ser avahiya SDP'ê ya bajarê Stenbolê û hat ragihandin ku di serdegirtinê de 70 kes kirine binçavan.
Li dû destwerdana polêsan a li qada Taksîmê, tîmên taybet ên polêsan dor li avahiya Partiya Demokrasî ya Sosyalîst (SDP)'ê ya Stenbolê û bi şikandina deriyê avahiyê, ketin hundur.
Polêsên ketin hundurê avahiyê, bi lêdanê herî kêm 10 kes kirin binçavan.
Bi bihîstina bûyerê re 60 kes hatin avahiya SDP'ê lê belê ew jî li êrişa polêsan rast hatin. Polêsan girseya gel a hatin avahiyê jî xist binçavan.
Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû da xuyakirin ku wan li avahiyê 70 kes kirine binçavan. Li cihê avahiya SDP'ê lê ye, tengezarî dewam dike.