Li Atînayê ji bo Ocalan meşa girseyî
Li Atînayê ya Yewnanîstanê grêva birçîbûnê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî qediya.
Li Atînayê ya Yewnanîstanê grêva birçîbûnê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî qediya.
Li Atînayê ya Yewnanîstanê çalakiya grêva birçîbûnê ya bi mebesta ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û bi daxwaza azadiya Ocalan beriya bi 3 rojan dest pê kiribû, bi meşeke girseyî bi dawî bû.
Di meşe de alayên PKK’ê, KCK’ê, YPG, YPJ’ê û PYD23e û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di meşe de seraqet bi dirûşmeyan hate gotin, ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan nabe, Bijî berxwedan Efrînê, Tirkiyeya terorîst’.
Çalakvan ji ber Akademiya Sokrates heta bi Parlamentoya Yenwan meşiyan.
Li ser navê çalakvanan endamên TJK-E’yê Rûken Demîr û siyasetmedar Metîn Bîngol axivîn. Di axaftinan de bang li CPT’yê hate kirin ku li peywira xwe ya esasî xwedî derkeve û biçe li Imraliyê li cih çavdêriya rewşa Ocalan bikin.
Bi berdewamî hate gotin ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê. Bîngol got, ‘’Komkujiyên li Efrîn, Kobanî, Sûr, Cizîr û Nisêbînê tev girêdayî komploya li ser Rêber Apo ne. Em bang li mirovahiyê dikin ku xwedî li damezirînerê paradigmaya xwe derkevin.’’