Li Atînayê Erdogan hate protestokirin, daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
Kurdistaniyên li Atînayê dijîn, faşîzma Erdogan protestokirin, daxwaza azadiya Ocalan kirin. Kurdistaniya daxwaz ji YE’yê kir ku li ser Tirkiyeyê ambargoyê pêk bîne.
Kurdistaniyên li Atînayê dijîn, faşîzma Erdogan protestokirin, daxwaza azadiya Ocalan kirin. Kurdistaniya daxwaz ji YE’yê kir ku li ser Tirkiyeyê ambargoyê pêk bîne.
Li paytext Atîna ya Yewnanîstanê li ser banga Meclîsa Gel a Kurd, Kurdistanî kom bûn, bi meşekê heta pêşiya avahiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê (YE) çûn, li vir faşîzma AKP/Qesrê hat protesto kirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan kirin.
Di meşa ku ji Qada Sîntagma heta nûnertiya YE’yê pêk hat de pankarta bi nivîsa “Ji Diktaroya Erdogan Re Na”, “Ji Ocalan Re Azadî” hate vekirin û dirûşmên mîna “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo” hatin qirkirin.
Kurdistaniyan di tevahiya çalakiyê de belavokên bi zimanê Yûnanî û Îngilîzî belav kirin.
JI YE’YÊ DAXWAZA AMBARGOYÊ
Kurdistaniyên ku dosya amade kirin pêşkêşî rêveberan kirin, daxwaz kirin ku divê YE’yê di aliyê siyasî, ekonomî û leşkerî li ser Tirkiyeyê ambargoyê bide pêk anîn. Di hevdîtinê de heyetê daxwaz kir ku naveroka dosyayê ji beriya Civîna Wezîran a Karê Derve ya YE’yê bigihînin cihê pewendîdar wê baş be.
MECLÎSA GEL: BI AGIR DILÎZIN
Di daxuyaniya ku li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Yewnanîstanê de hate dayîn wiha hate got: “ Bila yên ku li dijî Rêbertiya me planên qirêj dikin baş bizanibin ku bi agir dilîzin. Wê ev agir wan li Tirkiyeyê bide şewitandin. Divê bi lezgîn daxwazên gelê me yên bi heq û meşrû qebûl bikin. Yan jî berpirsyartiya wê hûnê rakin.”