Li Atînayê bi hezaran kes ji bo koçberan meşiyan
Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi hezaran kes daketin qadan û polîtîkayên hikumetên Tirk û Yewnan ên li ser koçberan şermezar kirin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi hezaran kes daketin qadan û polîtîkayên hikumetên Tirk û Yewnan ên li ser koçberan şermezar kirin.
Êvara Pêncşemê, Syrîza ne di nav de bi banga partiyên çep û komên anarşîst hemûyan bi hezaran kes li qada Akademîayê li hev kom bûn û ji bo koçber û penaberan meşiyan.
Girseya gel xwest ber bi Parlamenta Yewnan û Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Atînayê bimeşe, lê belê li pêşiya Parlamenta Yewnan li benda polîsan rast hat. Polîsan destûr nedan ku çalakger ber bi herêma destnîşan kirine bimeşin.
Girseya gel piştî ku demekê li pêşiya parlamentê dirûşm qîriya vegeriya qada Akademîayê.
Partiyên çep û komên anarşîst ên li Yewnanistanê bi belavokan û axaftinan nêzîkatiya hikumetên Tirk û Yewnan a li koçberan bi gotina "faşîzm"ê pênase kirin. Kurd jî tevlî çalakiyê bûn.