Li Atîna û Brukselê DYA hate protestokirin

Li Atîna û Brukselê biryara DYA’yê ya li ser pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdan hate protestokirin.

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye 3 roj berê bi pêşengiya ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakî îro bi dawî bû.

Çalakî li pêşiya Parlementoya Yewnanistanê hate lidarxistin û li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê axaftin hate kirin. Di axaftinê de hate diyarkirin ku divê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin.

Di çalakiyê de biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê hate şermezarkirin. Li ser navê çalakgeran heyetekê dosyeyek pêşkêşî Parlementoya Yewnanistanê kir.

BRUKSEL

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye li pêşiya Konsolosxaneya DYA’yê biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê hate protestokirin.

Çalakgeran di çalakiyê de wêneyên rêveberên PKK’ê û pankart hildan.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku Erdogan dîktator e Trûmp jî hevkarê wî ye.