Li Arnheîmê qurbaniyên komkujiya Enqereyê hatin bîranîn
Li bajarê Hollanda Arnheîmê, ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, meş û merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Arnheîmê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hollanda, ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, meşek lidar xistin. Meşê saet di 18:00 de destpê kir û ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.
Girseya gel a di nava bajêr de meşiya dirûşmên "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa azadî", "Bijî berxwedana gelan", "Kujer Erdogan", "Kujer dewlet wê hesabê bide" qîriya. Li dû meşê mîtîng hat lidarxistn û daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Yekîtiyê Hêzê ya Demokratîk ve hatibû amadekirin, bi zimanê Hollandî hat xwendin.
Piştre li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin hat kirin. Di axaftinan de xwedî li hêviya aştiyê ya mirovên li Enqereyê hatin qetilkirin hat derketin û hat destnîşankirin, ku divê têkoşîn bê xurtkirin.