Li navçeya Bêgirê ya Wanê 10 kes 13’ê Çile hatibûn binçavkirin û serbest hatibûn berdan lê dozgeriyê îtîraz kir û 7 kes ji van ên ku serbest hatibûn berdan, hatin girtin.
Kesên bi navê Turan Tunç, Nesîm Solmaz, Ekrem Karagule, Kemal Karagule, Bahattîn Karagule, Cafer Başak ve Mustafa Kaya bi hênceta ku ‘alîkarî dane rêxistinê’’ hatin girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Wanê.
Havzullah Firtina, Mesût Yilmaz û zarokê bi navê Y.K jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Li Antalya ji 8 kesan 5 kes bi sedema ku li ser hesabê xwe ‘Serokkomar kêm kirine’’ hatin girtin.
Ş.H, D.Ö, İ.Y, S.E û Y.Ç şandin Girtîha Antalya ya bi Tîpa L’yê. 3 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.