Li Amûdê konferansa xwendekaran

Li Amûdê konferansa xwendekaran

 Li bajarê Amûdê xwendekaran ji hemû pêkhateyên herêmê û bajêr konferansa Damezrandina Rêxistina Kar û barên Xwendekaran lidar xistin.

Li bajarê Amûdê bi beşdariya sedan xwendekar ji hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, her wiha gelek rêxistin û saziyan, konferansa damezrandina Rêxistina Kar û barên Xwendekaran dest pêkir.

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir piştre komîta amadekar bixêrhatina mêvanan kir.

Endama Desteya Bilind a Kurd Ilham Ehmed di konferansê de bi zimanê Kurdî û Erebî axivî û bal kişan ser rola xwendekaran di pêvajoya şoreşê de, Ilham Ehmed geşedayînên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê jî nirxandin û diyar kir ku êrîşên li ser herêmê Kurdan armanca wan ew e ku destkeftiyên gelên herêmê têk bibin û herêmên kurdan ber bi wêraniyê ve bibin.

Ilham Ehmed wiha dom kir: "Me wek Desteya Bilin a Kurd hewldaye ku hemû pêkhateyên herêmê biparêzin û li gelek herêman komîteyên hevbeş û yên aşîtiya civakî avakirine."

Di konferansê de peyama Saziya Zimanê Kurdî ji aliyê Bêrîvan Yûnis, ya Xwendekarên Suryanî ji aliyê Bersom Beşîr, Yekîtiya Mamosteyan û Saziya Barzanî ya Zimanê Kurdî ji aliyê Dijwar Tewfîq  û ya Yekîtiya Srar ji aliyê Gulîstan Ebdilqadir ve hatin xwendin.

Di salona konferansê de ala Desteya Bilind a Kurd , pankartên bi nivîsên "Bi hevre ji bo sîstemeke hîndekarî ya demokratîk - bijî yekîtiya gelan." Bi zimanê Kurdî Erebî û Suryanî hatibûn nivîsandin, hatin daleqandin.