Li Amedê tedawiya 27 girtiyan didome

Li Amedê girtiyên ku rakiribûn nexweşxaneyê, 9 jê tedawiya wan qediya. Tedawiya 27 girtiyan jî didome.

Li hemberî tecrîda Îmraliyê, girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan gihiştibûn armanca xwe, tedawiya wan didome.

Girtiyên li Tîpa D ya Amedê û Girtîgeha Jinan rakiribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Tedawiya 9 girtiyan qediya. Girtiyên bi navê Adnan Yîgîttekîn, Ahmet Topkaya, Bahattîn Demîr, Ridvan Kaya, Mazlûm Kaya, Cuneyt Aslan, Nîmetûllah Cînkiliç, Sercan Gumuş û Kumrî Tokay dîsa birin girtîgehê.

GIRTIYÊN KU TEDAWIYA WAN DIDOME

Tedawiya van girtiyan jî li nexweşxaneyê didome: Abdûlhalîk Kaplan, Enver Donmez, Ergîn Akhan, Evîn Kaya, Ferhat Tûrgay, Hayatî Uzmez, Hîlal Olmez, Kîbrîye Evren, Veysî Taşçi, Ahmet Îpek, Mazlûm Teke, Mehmet Aksû, Mehmet Siddik Kivanç, Ramazan Yilmaz, Farûk Akbay, Firat Ertûnç, Mahsûn Sarûhan, Recep Bal, Ahmet Tabû, Mehmet Polat, Servet Kaya, Saban Çelîk, Mazlûm Ekîncî, Mehmet Saît Yîgît, Nûman Sînbag, Recep Ozkiliç û Servet Kiliç.

Parlementerên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Remziye Tosûn yên ku tedawiya girtiyan dişopînin îro bi Doç. Dr. Erkan Baysal re civiyan ên ku Serhekîmê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîlê ya Gazî Yaşargîl e.