Li Amedê seferên balafiran hat betalkirin

Li Amedê seferên balafiran hat betalkirin

Li Amedê ev du roje berf dibare û ji ber barîna berfê seferê balafiran hatin betalkirin. Li seranserê bajar  jî riya 450 gund û mezrayê hat girtin.

Berfa  duh li Amedê dest pê kir û bê navber bariya, bandorek neyînî li ser veguhestina hewayî û bejayî dike. Ji ber şert û mercên hewayî Turk Hava Yollari, SunExpress, Anadolu Jet, Pegasus Hava Yollari û Onur Hava Yollari seferên xwe yên Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê betal kir.

Îro ji nîvro şûnde û êvarê 18 seferên ku divê bihata kirin hatin betalkirin. Li aliyê din riya 450 gundî hat girtin. Ekîbên trafîkê wesayîtên ku zincîr û tekerên wan yên berfê tunebe desturê nade derketina wan.