Li Amedê rêveberên DAIŞ'ê hatin berdan

Li Amedê di doza ku 4 polîs, 7 DAIŞ 11 kesên weke bersûc, hatin berdan.

Li Amedê 3 polîs û 7 çeteyên DAIŞ'ê ku piştî şer hatibûn binçavkirin û di nava wan de berpirsê Salona Xwendina Tevhîd Nîhat Tûran ku li ser navê DAIŞ'ê tevger dike, hemû bersûcên ku 'demê binçavkirinê hat nîşandan' hatin berdan. Dadgehê biryarekî sosret îmze kir û di bûyera 10 kes hatîbûn kuştin de bersûcên bûyerê bi şertê kontrola bê kontrol kirin têrê dike.

Di encama şerê serdegirtina malê ya 26’ê Cotmeha 2015’an a li semta Hûzûrevlerî ya navçeya Peyîzava ya Amedê de 2 polîs li gel endamên DAIŞ’ê Veysel Argûnaga, Cîaht Olmez, Serhat Seyîthanoglû, ERgûn Gul, Sidik Bunul, Orhan Genç û Erdal Gerguy miribûn, 4 polîs jî birîndar bibûn.

Ji polîsên ku birîndarbûyî dihat tedawîkirin li nexweşxaneyê mirîbû.

Di lêgerina li mala ku şer derketibû û di çarçoveya lêpirsinê de, di serdegirtina malan de bi hinceta ku endamên DAIŞ'ê ne û alîkariya rêxistinê dikin 16 kes hatibûn binçavkirin.

Piştî darizandina ku hatî kirin de ji 16 bersûcan, 13 berê hatibûn berdan. Di doza ku li Dadgeha 4. Cezayê Giran de bersûcê girtî Mûstafa Deniz bi hinceta ku îhtimalê guhertina sûcê wî hebe berda. Dadgehê ji bo bersûcên din rêveberê Salona Xwendina Tevhidê Nihat Tûran ku girêdayî DAIŞ'ê ye û Mahmût Demirtaş di demê ku girtî li ber çavan girt û biryara berdana wan da.