Li Amedê operasyona leşkerî, li Edeneyê jî ‘qedexe’

Artêşa Tirk a dagirker li taxên bejahî yên dikevin navçeya Lice û Hezro yên Amedê dest bi operasyonê kirin. Li Edeneyê jî hemû çalakî û aktivîte hatin ‘qedexe’ kirin.

Pêkanînên mêtinger û dagirker ên desthilata AKP-MHP’ê yên li Kurdistanê bê navber dewam dikin.

AMED

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker bi desteka hewayî li taxên dikevin bejahiya navçeyê Lice û Hezro yên Amedê dest bi operasyonekê kiriye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, li herêma bejahî ya taxa Misirf a Lîcê bi helîkopteran leşker hatine danîn. Yekîneyên taybet ên demekê li deverê man, derbasî taxa Helhel a Hezroyê bûne.

Li herêmê tevgera helîkopteran, ÎHA û SÎHA’yê dewm dike. Hate ragihandin ku operasyona leşkerî dewam dike.

EDENE

Walîtiya Edeneyê ragihand li gelemperiya bjar ji bo 15 rojan hemû çalakî û aktivîte hatine qedexekirin.Di daxuyaniya walîtiyê de bal kişandine ser êrîşa dagirkeriyê ya li Idlibê û hate diyarkirin ku çalakî û aktivîte ‘ wê yekbûn û hevrebûna mîllî xira’ bike.

ŞIRNEX

Li aliyê din Devera Qesrik a dikeve navenda Şirnex û Cizîrê de bi fermana Serokkomariyê ‘Qada hesas a dibê kesin bê parastin’ hate îlankirin. Biryar jî bi hejmaa 31058 di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.