Li Amedê ji 4 birîndarên pevçûna çekdarî 1 jê mir

Li Amedê ji 4 birîndarên pevçûna çekdarî 1 jê mir

Li navçeya Amed Peyasê, kesekî di pevçûna çekdarî ya pêr de giran birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li navçeya Peyasê di pevçûna bi çekên giran a pêr êvarê de 3 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansên hatin cihê bûyerê, rakirin nexweşxaneyê. Ji birîndaran Îrfan Ergul li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ji 3 birîndarên li nexweşxaneyê tên dermankirin jî rewşa 2 ji wan xedar e.